Dr. Eser Çetin
Bi rastî jî em di demeke dîrokî û cûda de ne. Pandemiya koronayê hê jî bi awayekî xetere û bê parza(aşî) û tedawiya têkûz berdewam e. Em di payizê de ne û berî li zivistanê ye. Mixabin bi vê re jî tê hissenin ku nexweşî wê berbelavtir û hejmara nexweşan zêdetir bibe. Çeka me ya herî mezin halê hazir tevdîr û baldarî ye. Em li van tiştan miqate bin wê nexweşiya koronayê bi awayekî mezin û dramatîk belav nebe.
Ji ber ku demsal jî guherî êdî zekema demsale jî wê derkeve û hewce ye em baldartir bin. Ji bo em wan ji hev derxin û baştir binasin jî divê kêm zêde em qala van nexweşiyan û gazinc û nîşaneyên wan bikin. Her çi qas her sê nexweşî dişibin hev jî cûdahiyên wan hene. Sedemên her sê nexweşiyan jî vîrûs in lê vîrûsên cûda ne û ji bo vîrûsa koronayê û nexweşiya koronayêhê xebat berdewam in. Her çi qas bi piranî vîrûsa koronayê hatibe naskirin jî hê parza tune ye û guherînên tê de çêdibin deri şopandin.
Zekema sivik bi poz herikandinê dest pê dike, hinek bêhalî û êşa laş çêdike lê zêde giran nabe û bê derman jî kêm zêde heta hefteyekê xwe bi xwe baş tabana. Pir hewcedarî bi nexweşxanê namîne.
DIVÊ HERKES ÊRÎŞÎ PARZEYA GRÎBÊ NEKE
Zekema giran wekî navê xwe hinek girantir e. Bêtir vîrûsên înfluenzayê tabanın sedem û parzaya wê heye. Gazincên wê yên sereke li ser 38 pîleyî taya germ, êşa giran a laş û movikan e. Ew qas canê mirov diêşe û mirov qidûmşikestî tabana ku nikare ji nava ciyan derkeve. Car caran tabana kuxika zuha çêbike lê bêtir di rêyên jor ên hewayê de dimîne û ji ber vê yekê jî di pişikê de zêde nabe sedema nexweşî û zatûreyê. Ji bo parzayê jî em dikarin vê bibêjin ku kesên bi rîsk divê parzaya xwe bikin.
Kesên ji 60 salî mezintir, kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, xebatkar û kedkarên tenduristiyê, kesên li ciyên qerebalix dixebitin û bi pir mirovan re rû bi rû dimînin dikarin parzaya grîbê bikin. Divê her kes êrîşî parzaya grîbê neke ku parza têra kesên bi rîsk bike.
Her çi qas gazincên van her sê nexweşiyan kêm zêde dişibin hev jî cûdahî hene. Nexweşiya koronayê bi piranî bi taya germ, êşa qirikê û kuxika zuha dest pê bike jî ji zekemê cûdatir di demeke kurt de xwe bera sîngê dide û di pişikê de zatûreyê çêdike. Mesken zatûre jî pir cidî ye. Jixwe gazincên din yên wekî serêş, êşa bi giştî ya laş, xerabûna tama dev nestandina hilmê, carinan jî emel di koronyê de cilt dîtin û yên ji ber zatûreya wan çêdibin bêhnçikandin dikare bi wan re çêbibe. Bêhnçikandin gazincek pir cidî ye û divê kesên wisa teqez biçin nexweşxaneyê.
TEDAWÎYA HERÎ SEREKE PÊŞÎGIRTINA NEXWEŞÎYAN E
Hewce ye mirov xwe biparêze û xwe ji hev vegire. Lê heke gazincên zêde çêbûn jî divê herin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê wê tabip nexweşiyan ji hev veqetînin. Konut jî heye ku konut nexweşî bi hev re jî dikare bên dîtin, loma jî divê îxtimala koronayê her tim di hişê mirov de be. Wekî em pir î caran dibêjin tedawiya herî sereke pêşîgirtina li nexweşiyan e.
Divê mirov tevdîran ji dest bernedin. Ji bo hemû nexweşiyên vegir, têger ên bi rêya hewayê derbas tabanın maske, navbera fizîkî û paqijî pir girîng e. Wekî din jî divê mirov qaweta laşê xwe xurt bigire û nehêle îmmunîte qels bibe.
Nexweşî tube bin jî divê mirov li xwe miqate be û têr avê vexwe, têr rakeve, egzersîzan bike û bimeşe, qelew nebe, malê hewadar bike, xwarinên bi proteîn û vîtamîna Cyê bixwe, ji gerilime dûr be. Kesên nexweş divê xwe îzole bikin, maske bi kar bînin û zêde nêzî mirovan nebin. Û li gora pêşniyarên tenduristvanan tevbigerin.
Bi baldarî û tevdîran em dikarin rêjeya nexweşiya koronayê û zekemê kêm bikin. Jixwe îsal li başûrê cîhanê li gora salên din zekem 10 qatan kêm hatiye dîtin, lewre ji bo koronayê mirov pir li xwe miqate bûn û tevdîr ji dest bernedidan. Em jî baldar bin li bakurê cîhanê jî wê nexweşî kêmtir bê dîtin. Bila nexweşî û nebaşî dûrî mirovan be, ji bo her kesî jiyanek aram û bi tendurist hêvî dikim.
Dr* Pisporê Doktoriya Malbatê*
Gazete Duvar