Serdema payîzê ya Akademiya Îsmaîl Beşîkciyî wê di navbera 12ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an û 23yê Kanûna Paşiyê ya 2021an de pêk were. Ji bo beşdariya li dersan, pêvajoya serlêdanê destpê kiriye. Akademî salê du caran, di serdemên payîz û biharê da, di maweya heft heftiyan da pêk tê.
Akademi dê bi awayê online pêk bê, her sal 30 xwendekarên lisans, master yan doktorayê daxilî bernameya xwe dike. Kesên ku beşdarî bernameyê bibin divê di asta xwendin û nivîsandinê da Kurdî baş bizanin. Beşdarên ku bi serfirazî bernameyê diqedînin, di dawiya bernameyê da sertîfîkaya beşdariyê distînin.
Bername bi 30 kesan sînordar e. Ew kesên serî lê dane wê herî dereng di 10.12.2020an de bên agahdarkirin. Bernaneya Akademiya Payîzê dê li ser plastforma Zoomê pêk bê.
Beşdariya Akademiyê belaş e û kesên ku bi rêk û pêk beşdarî hemû hefteyên akademiyê bibin wê Weqfa Îsmaîl Beşîkciyî (WÎB) sertîfîkaya beşdarbûnê bide wan.
Ders wê di bin navê ‘Tecrubeya Perwerdehiya Kurdî’ de werin dayîn ku koordînatorê vê serdemê Cumhur Olmez e.
Bernameya vê serdemê wiha ye û kesên wê dersan bidin mesken in:
12.12.2020: M.Şerif Derince, Modelên Perwerdehiya Pirzimanî û Rewşa li Tirkiyê ji bo Kurdî
19.12.2020: Selda Araz, Analîza Dersên Hilbijartî: Hin Deneyim û Peşnîyar ji bo Perwerdeyîya Zimanê Kurdî
26.12.2020: Şehmus Kurt, Tecrûbeya Enstîtuyên Zimanên Zindî Li Tirkiyê: Mînaka Zanîngeha Mardîn Artukluyê
02.01.2021: Hewa Salam Khalid, Tecrûbeya Perwerdehiya Kurdî li Başûr
09.01.2021: Nurettin Beltekin, Ji Alîyê Felsefeya Perwerdehî ve Perwerdehîya Kurdî
16.01.2021: Ronya Bewran, Analîza Pirtûkên Dersan ên bi Kirmanckî/Zazakî
23.01.2021: Ronayî Onen, Hînkirina Zimên wekî Perçeyeke Aktîvîzma Zimên; Tecrûbeya TZPKurdî û Pirtûka Hînkerê
Gazete Duvar