Îkram Oguz [email protected]
Dengbêjê Kurd ê bi nav û deng, Seyîdxanê Boyaxçî îro di 87 salîya xwe da koça xwe ya dawî kir. Ez jî wek hemû guhdarvanên wî, bi mirina wî xemgîn bûm.
SEYÎDXAN KÎ YE Û ÇAWA BÛYE DENGBÊJ?
Mîna hemû dengbêjên ku bi stran, deng û awazên xwe rih û can dane zimanê Kurdî û heta roja îro jîndar hîştine, di derbarê Seyîdxan da jî çavkanîyên nivîskî kêm in. Mesken jî trajedîyek ji trajedîyên Kurdan e. Dema ku mirov li serpêhatîyên dengbajan, ew serpêhatîyên kêm mêze dike, bêhemdî xwe jixwe dipirse: Gelo çima hemû dengbêj bêxwedî û bêxwedan in. Konut ji feqîri û belengazîya wan tê, ya jî feqîri û belengazî qedera wan e?
Lê dema ku mirov li deng û awazên wan guhdarî dike, şika merîya ya yekemîn pûç dibe, ya duyemîn derdikeve pêş, ku ew qedera wan e û ji bindestîyê tê. Loma hunerên wan jî bi awayekî dibe bela serê wan.
Jîyana Seyîdxan jî mîna hemû dengbêjên heta roja îro dinya xwe guhartine, bi feqîri û xizanîyê derbas bû.
Di sala 1933an da li gundê Lêxerîyê, ku girêdayî Erxenîya Amêdê ye, çavê xwe li diyanete vedike. Di zarokatîya xwe da sêwî ye. Hê du salî ye dîya xwe, du sal şûnda jî bavê xwe wenda dike û li ber destê apê xwe mezin dibe.
Di xortanîya xwe da mîna Karapetê Xaço şivan û gavan e, di nav mêrg û zevîyên axa û began da pale ye.
DERD Û KULÊN XWE BI STRANAN TÎNE ZIMAN
Koçber e. Ji gund koçberî Amedê dibe û êdî karî wî yê nû boyaxkirina sol û pêlanan e. Sedem karê xwe yê boyaxkirinê ji giregirên bajêr û ji xortên teber qilf û hinekan dibihîse. Xemgîn bibe jî, ji qilf û henekên wan naqahire. Jiber ku karê ku ew dike, ne seri ne jî talan û şêlandin e. Bi keda enîya xwe li alîkî debara jîyana xwe dike, li alîkî derd û kulên xwe, bi kilam û stranan tîne ziman û bi wan lisana xwe disotîne.
Seyîdxanê ku rûyê dibistanê nedîtiye û nexwendîye, li zimanê xwe, li çand û hunera gelê xwe xwedî derdikeve û jîndar dike.
Di dema şaredarîya Mehdî Zana da di şaredarîya Amedê da wek gêzikvan dest bi kar dike û heta sala 1980yî qîr û qirêjîya bajêr paqij dike. Di sala 1980yî da ji şaredarîyê teqawid dibe, lêbelê karê boyaxkirina sol û pêlavan didomîne, ku mesken navnûcika wî ya Boyaxçî jî ji wê tê.
Her roj bi rûnê badem û pînê qedîfe sol û pêlavên bajarîyan dibiriqîne, êvaran jî bi deng û awazên xwe, bi stranên li ser mêrxasî û konutuna jenga guhê Kurdan jê dibe û wan şad û dilşa dike.
Dizewice, li pey hev 7 zarên wî dibin û barê li ser mile wî bêtir giran dibe. Jiber ku dengbêj e, dengbêjê gelê bindest û jîndarvanê zimanê li ber mirinê ye. Loma feqîri û xizanî, mîna hemû dengbêjan pêsîra wî jî bernade.
Di sala 2007an da bi alîkarîya şaredarîya Amêdê Mala Dengbêjan ava dibe û Seyîdxan di nav wê malê da jî cîhê xwe digre û bi dengbêjîya xwe dixemilîne.
SEYÎDXAN STRANA ‘TÊLÎ’ BÊTIR XEMILANDÎ YE
Bilbilê Amedê Dengbêj Seyidxan bi salan û bê westan kilam û stranên li ser mêranî û mêrxasîya Kurdan û li ser evîna evîndaran, bi deng û terza xwe ya taybet strîya, bi kilam û stranên xwe ra guhdarvanên xwe li deşt û çîya û zozanên Kurdistanê gerand.
Ji kilam û stranên ku wî distira û bêtir pê dihat nasîn strana ‘Têlî’ ye. Gelek dengbêjên diyanet jî konut stran gotine, lêbelê versiyona ku Seyîdxan distirê, dirêj û bêtir xemilandî ye. Herçiqas li ser konutun û bedewîya Têlîyê hatibe derxistin jî, têda pesnê mêranî û mêrxasîyê jî cîh digre û bi wê stranê Seyîdxan merîya digre, li Çîyayê Şerefdînê, li Qereyazî û Bîngolê, li deşt û zozanên serhedê başkasına.
Beşek ji strana Têlîyê:
“Were Telî, were Têlî, were Têlî, Têlî…
Lêlê zalime, hey, ezê ji xewa şêrîn radibim dibêjim Têlî, nava rojê dibêjim Têlî
Êvarê dibêjim Têlî, bi saetê, bi deqê, bi lawcê, bi çarikê, axîn û kedera lisana xwe ra dibêjim Têlî
Lêlê Têlîyê, zalime ez bala xwe didimê nizanim tu qîzî, nizanim tu bûkî, nizanim tu jinebîyî,
Ser dev û lêvê te bi xêlî…
Îsal heft sal e lisana min ketîye te, malxirabê çima xwe davêjî paş qapî û derîyan xwe vedişêrî
Lêlê Têlîyê, hey hey…
Heft birayê te hene, heft xwîşkên min hene, jibona xatirê çavê belek ezê bikim bikim berdêlî
Şeva nîvê şevê têm tewafa taxima sing û beran, cotê zer memikan, xal û xetên gerdenê…
Devê xwe davêm ber qulpê giharên heyderî, hey merhametsize çima tu nahêlî, Têlî…
Lêlê lê Têlîyê, hey hey…
Têlîyê bihar e, bihara me ya rengîn e, zalime bihar e, bihara me ya rengîn e
De serê lisana min bi kul e, bi êş û bi elem e, bi xem e, bi xeyal e, bi derd e, bi teğin e
Qapaxên birînên min vebûne, jê te nêm û xwîn e, nexwaşim halê min tunîne
Feqî û melekî tune, li ber sere min rûnê dewrê Yasînê bixwîne
Birek malê bavê Têlîya minî barkirî danîye, li zozanên jorîn e
Hespê bine min rewan e, çapxwûn û şopê werdigerîne
Min xwe berda zozanên Şerefdinê, textê Qereyazîyê, Bîngolê,
Welatê Serhedê zozanên me yên qelewîn e
Min bala xwe da sê kon vegirtîne, min ajotî pêşîya konê pêşîn e, di bin da rûniştine sê zerî ne
De belê bi kum û koloz û bi temezî ne
Ez bala xwe didimê Xwedê dizane a ortê Têlî ye, herduyên diyanete jê ra kole û xizmetçî ne
A yek jê ra qahwê dikeline, ya diyanet desmal girtîye li ser dike ba û bawşînê
Lêbelê ez bala xwe didimê mîna qaz û qulingên berîya jêrîn e,
Salê deva sere xwe di zozanê Şerefdînê, textê Qereyazîyê ra bi dertîne
Lêbelê çavê xwe li mêrg û çîmen û çavkanîyan gayrısına
Çav li seykvana dixe, per û bask û qanadê xwe diweşîne
Ezê rabim şahida cimaata canik û camêran rakim, hep jina çê qismetê mêrê kotî ne Têlî…”
Bilbilê Amedê Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî koça xwe ya dawî kir, mîna hemû stranên wî ‘Têlî’ sêwî, Kurd jî wek hemû dengbêjan ji wî ra jî deyndar man.
Di zindîtîya wî da zêde lê xwedî derneketin, divê ji îro pê va bi guhdarîkirina stranên wî, deynê xwe bînin cîh û herdem bibîrbînin…
Gazete Duvar